Parlemanterên Îranê daxwaza aşkerekirina sedema mirina girtiyan dikin

Zêdetir ji 40 endamên Parlemantoya Îranê di nameyekê de daxwaza lêkolînê di sedemên mirina hejmarek ji girtiyên du heftiyên derbasbûyî de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zêdetir ji 40 endamên Parlemantoya Îranê di nameyekê de daxwaza lêkolînê di sedemên mirina hejmarek ji girtiyên du heftiyên derbasbûyî de dikin.

Endamê Perlemana Îranê Mehmûd Sadiqî eşkere kir, zêdetir ji 40 endamên Parlemantoyê di nameyekê de ji bo Serokê Perlemantoya  Îranê Elî Larîcanî daxwaz kirin ku tîmeke serbixwe ji bo lêkolînê bi sedema mirina wan kesên girtî bike, ku di du heftiyên derbasbûyî de di xwepêşandanan de hatibûn girtin.

Di heyama du heftiyên derbasbûyî de herî kêm pênc kes ji wan kesên ku di nava xwepêşandanan de hatibûn girtin di zindanan de mirin û yek ji wan kesan jî Kurd e û ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Nûnerê Taranê di Perlemantoya Îranê Mehmûd Sadiqî li ser Twitter a xwe eşkere kiribû, ku ji destpêka xwepêşandanan ve heya niha, hêzên ewlekariyê 3 hezar û 700 kes desteser kirine.

Li gor nûçeyeke rojnameya Ingilîzî Guardian jî, li girtîgeha Evîn li taranê sê girtî di bin eşkenceyan de hatine kuştin.