Serok Barzanî: Referandûm ne şaş bû û 16ê Cotmehê jî xiyanetiya niştimanî hat kirin

Serok Mesûd Barzanî ragihand, ewê 16ê Cotmehê li Kerkûkê rû daye, xiyaneta niştimanî bû û grûpeke diyar bi rêkeftina bi Heşda Şeibî û nûnerên Supaya Pasdaran re li pêş çavê Amerîka tank û çekdaran kişandin Kerkûkê û xencer li pişta wê dan.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî ragihand, ewê 16ê Cotmehê li Kerkûkê rû daye, xiyaneta niştimanî bû û grûpeke diyar bi rêkeftina bi Heşda Şeibî û nûnerên Supaya Pasdaran re li pêş çavê Amerîka tank û çekdaran kişandin Kerkûkê û xencer li pişta wê dan.

Di çarçova bernameyeke lêkolînkarî ya kenala “al-jazeera” a Qeterî de ku taybet bi encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an bû ku tê de nêzîkî ji sedî 93 xelkê Kurdistanê dengê “Belê” da, Serok Barzanî got: “Dibe ku bi hinan biryara referandûmê şaş bû, lê di nerîna min û sê milyon welatiyan biryareke rast, yasayî, destûrî û mafekî sirûştî yê gelê Kurdistanê ye. Niha jî amade me referandûmeke din bikin û bizanin gelê Kurdistanê rijd e li ser wê biryarê yan jê vekişiyan e.”

Derbarê serdana Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji Serok Barzanî re berî çend rojan berî birêvebirina referandûmê bo referandûm bê paşxistin, Serok Barzanî got: “Hat û min pêşwazî lê kir û bersiva min ji hemûyan re ew bû, referandûm nayê paşxistin û çi dibe, bila bibe.”

Herwiha li ser rola rêveberiya Amerîka di pirsa referandûmê de ragihand, “Amerîka ti rojekê ji rojan negot ez piştevaniyê li referandûmê dikim, lê ti demê jî negot ku li dijî referandûmê ye. Piştî ku rêveberiya Amerîka hat guhartin û ewên dosyaya referandûmê û pêwendiyan girtin destê xwe, zêdetir ji pêwîst çûn û alîgiriya Bexdayê dikirin, mebesta min Balyozê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê berê Rex Tillreson bixwe bi telefonê ji min re got, pêwîst e vegerin bo hêla sala 2003an. Min jî jê re got, tu dizanî hêla 2003an çi ye? ta daxwazî vegerandinê ji  min dikî, ew ne hêla sînorê îdarî ye û ne sînorê di navbera parêzgehan de ye, belkû hêla temasê di navbera Pêşmerge û artêşa Sedam Husên de bû.”

Derbarê destberdana ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji piştî referandûmê û bûyerên 16ê Cotmehê de, Serok Barzanî got: “Ne ku di refrandûmê de min şaş kir ku dest jê berda. Heger şaş bûbama, minê lêborîn bixwasta, belkû posta min destkefteke hilbijartinê bû û dema wê temam bû, ji ber wê min rê neda dema wê postê ji min re were dirêjkirin, ji ber ku her dirêjkirineke din dê ziyanê bi min û dîroka xebata min bike.”

Di dawiyê de Serok Barzanî got: “Niha pêwendiyên bi Bexdayê re baş bûne û ber bi başiyê ve diçin û beşek ji pirsgirêkan çareser bûne û hin din ber bi çareseriyê ve diçin, lê her ser wê yekê rijd im ku mafî gelê me ye çarenivîsa xwe diyar bike.”  

 

 

S. B