Serokwezîrê Kurdistanê duşemê ligel Rawêjkara Almanyayê dicive

Roja dûşemiyê Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel pêşwaziyê li Serokê hikumeta herêma Kurdistanê dike.

K-24 Navenda Nûçeyan

Roja dûşemiyê Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel pêşwaziyê li Serokê hikumeta herêma Kurdistanê dike.

Jêderekî bilind ji hikumeta herêma Kurdistanê ji Kurdistan24 re ragihand, şandeke herêma Kurdistanê roja dûşemiyê seredana Almanyayê dike û digel Rawêjkara wî welatî dicive.

Beriya niha jî Cîgirê peyvdarê hikumeta Almanyayî Georg Streiter ragihandibû ku, Merkel roja dûşemyiê pêşwaziyê li Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike. Rojeva civîna wan jî, şerê DAIŞ û rewşa navçeyê ye.

Seredana Nêçîrvan Barzanî ji bo Almanya, piştî seredana wî ya Fransayê û vexwendina wî ji bo Brîtanyayê tê.