Davut Bagistanî li Mêrsînê hat girtin

Davut Bagistanî digel 3 kesan li Tirkiyê li bajarê Mêrsînê hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Davut Bagistanî digel 3 kesan li Tirkiyê li bajarê Mêrsînê hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ragihand, Asayîşa Mêrsînê agahdar bûye ku Davut Bagistanî bi nasnameyek sexte a bi navê “Canbulut Turgay” li bajarên Mêrsîn û Edeneyê ji bo PKKê kar û çalakiyên rêxistinî dikir.

Da zanîn jî: Davut Bagistanî ew kes e ku pêwendiya wî bi rêveberên PKKê re heye. Herwiha pêştir jî di navbera PKK û Îsraîl-Amerîkayê  de bûye navbeyankar.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ragihand, Asayîşa Mêrsîn û Edeneyê di encama lêkolînan de agahdar bûne ku Davut Bagistanî li bajarokê Seyhanê ya bi ser Edeneyê xwe vedişêre û dijî wî operasyon kirine. Di encamê de Davut Bagistanî digel 3 kesan hatiye desteserkirin û lêpirsîna wan li Asayîşa Mêrsînê berdewam dike.

 

S. B