Rûsya: Amerika venekşiya ye, Kurdan pirçek dike

Wezareta Berevaniya Rûsya radighîne, Hêzên Amerîka hîn ji Sûriyê venekişiya ne û di pirçekkirina yekîneyên Kurdî de berdewam in

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniya Rûsya radighîne, Hêzên Amerîka hîn ji Sûriyê venekişiya ne û di pirçekkirina yekîneyên Kurdî de berdewam in.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu li bajarê Soçî ji rojnamevanan re ragihand, wan hîn ti vekişandinek Amerîka ji Sûriyê ne dîtiye, berovajî hîn jî, Amerîka yekîneyên Kurdî li rojhilatê çemê Firatê pirçek dike.

Derbarê gotûbêjên Serokên Rûsya, Tiriye û Îranê li Soçî, di derbarê Îdlibê de navborî got, ew danûstandin berhemdar bûn.

Wezîrê Berevaniya Rûsya di lutkeya Serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê de beşdar bû.

 

 

C.B