Bayan Samî Ebdulrehman: Di dirêjahiya dîrokê de Kurd hatine komkûj kirin

Nûnera hikumeta herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman di Konferansa taybet bi Jenosayda dijî Kurdan û Helebçe li Waşingtonê ragihand, di dirêjahiya dîrokê de Kurd hatine komkûj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera hikumeta herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman di Konferansa taybet bi Jenosayda dijî Kurdan û Helebçe li Waşingtonê ragihand, di dirêjahiya dîrokê de Kurd hatine komkûj kirin. Tawanên cuda li hember wan hatiye kirin û herî dawî jî tawanên DAIŞ.

Daxwaz jî, ji hemû hevpeymanên Kurdan kir, lêkolînan li ser tawanên DAIŞ bikin û hewl bidin li Parlemanên welatên xwe, tawanên ku DAIŞ û yên rêjîmên berê yên Iraqê li hember Kurdan encamdan e, bi jenosayd bên naskirin.

Konferansa taybet bi Jenosayda dijî Kurdan û Helebçe li Waşingtonê bi sponsoriya medya ya Kurdistan24 birêve diçe.

 

C.B