Parlementerê CHPê: Demîrtaş xweseriyê naxwaze

Parlementerê CHPê Eren Erdem da zanîn ku, wî serdana Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş kiriye û derbarê rewşa siyasî ya dawî a Tirkiyê de gotûbêj kiriye û got, Demîrtaş derbarê çareserkirina pirsa Kurdî de xweseriyê naxwaze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê CHPê Eren Erdem da zanîn ku, wî serdana Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş kiriye û derbarê rewşa siyasî ya dawî a Tirkiyê de gotûbêj kiriye û got, Demîrtaş derbarê çareserkirina pirsa Kurdî de xweseriyê naxwaze.

Parlementerê CHPê Eren Erdem beşdarî televîzyoneke Tirkiyê bû û derbarê naveroka hevdîtina xwe ya digel Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaşî de daxuyaniyên girîng dan. Erdem da zanîn ku wî li girtîgehê serdana Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş kiriye û derbarê rewşa siyasî ya dawî a Tirkiyê de gotûbêj kirine. Demîrtaş li ser çareserkirina pirsa Kurdî ji wî re gotiye daxwazeke wan a wekî xweseriyê nîne. Tenê dixwazin desthilatdariya şaredariyan were zêdekirin.

Li gor ragihandina Parlementerê CHPê, Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş her çiqas îro dev ji daxwaza xweseriyê berda be jî, berî niha gelek caran ji bo çareserkirina pirsa Kurdî banga xweseriyê kiribû.

Di 26ê Mijdara 2015an de di kombûneke Kongireya Civaka Demokratîk de Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş piştevaniya kolandina xendekan kiribû û gotibû xweserî mafê jiyaneke birûmet e. Xweserî mafê jiyaneke birûmet e. Ger hinek kes vê qebûl nekin, herwiha rê nedin hûn mijara xweseriyê gotûbêj jî bikin, ji ber hizra xweseriyê gefa kuştinê li we bixwin wê demê kolandina xendekan jî maf e. Ger ji bo xweseriyê xendek neyên kolandin dê çi were kirin?

Eren Erdem herwiha diyar kir ku, Selahatîn Demîrtaş ji wî re gotiye ew  ne li dijî 4 xalên destpêkê yên yasaya bingehîn e. Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî pêwîst nake 4 xalên destpêkê yên yasaya bingehîn werin guhertin.

4 xalên sereke yên yasaya bingehîn e ev in.

Xala yekem: Şêweya rêvebirina Dewleta Tirkiyeyê komarî ye.

Xala duyem: Dewleta Tirkiyeyê dewleteke civakî û dadperwer e û rêzdarê mafê mirovan û di nav hevkariya netewî de pabendê neteweperestiya Atatûrk e.

Xala sêyem: Dewleta Tirkiyeyê digel  sirûd, ziman, al, paytext, welat û miletê xwe dewletek yekgirtî ye û nayê perçekirin. Paytexta wê jî Enqere ye.

Xala çarem: 3 xalên destpêkê nayên guhertin û heta ji bo guhertina wan pêşniyar jî nayê kirin.

Selahatîn Demîrtaş herçiqas îro ne li dijî van 4 xalan be jî, dîsa di axaftina xwe ya 26ê Mijdarê de bal kişandibû li ser dîroka Kurdan û gotibû, Kurdan di dîrokê de xwe bixwe birêve birine, zimanê wan bûye zimanekî fermî û artêşa Kurdan çê bûye. Herwiha gelek nêzikê serxwebûnê bûne.

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ji 4ê Cotmeha 2016an ligel 11 parlementerên din yên HDPê hatin girtin.