Amerîka: Me ti çekên giran nedane YPG

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di konferanseke rojnamevanî de ligel Serokwezîrê Lubnanê li Beyrûtê ragihand, wan çekên giran nedane YPG û ti çekek jî nîn e ku careke din ji YPG werbigrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di konferanseke rojnamevanî de ligel Serokwezîrê Lubnanê li Beyrûtê ragihand, wan çekên giran nedane YPG û ti çekek jî nîn e ku careke din ji YPG werbigrin.

Wezîrê derve yê Amerîka herweha got, Amerîka Hizbullah a Lubnanî wekî rêxistineke terorî binav dike û ti cudahiyê naxe navbera aliyên wê yên siyasî û leşkerî de.

Li ser piştgîrî û dana çekan ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Tirkiye dilgiraniya xwe ji Amerîka re nîşan dide û bûye cihê aloziyekê di navbera her du welatan de.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di çarçoveya serdana xwe ya li Almanyayê li ser hevkariya Amerîka û YPGê de gotibû, heger Amerîka ligel YPGê şerê Tirkiyê bike ew jî dê şerê Amerîkayê bikin.