Serok Barzanî û tîma Amerîka li Iraq rewşa dawî ya hilbijartinan gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî tekez kir ku bernameya Hikûmeta dahatî ya Iraqê û pêbendiya aliyan bi pirensîpan, ji Herêma Kurdistanê re giring e.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî li gel balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman û kunsulê Amerîka li Hewlêrê Stiv Fagin civiya. Di civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê, stiratîjiya welatê xwe, derbarê dawîn wêstgehên şerê DAIŞê û alîkarîkirina meşext û pêkhateyên Iraqê, herwiha guhertinên herêmê ji bo Serok Barzanî pêşan da û balkişand ser rola bibandor a Serok Bazanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hewandin û parastina pêkhate û meşextên Iraqê de û di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.

Di beşekî din ê civînê de, nerîn derbarê Iraqê piştî hilbijartinan û bizavên pêkanîna Hikûmeta nû û hevkêşeyên di nav Iraqê de bi hev re guherandin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir, ku li cem Herêma Kurdistanê giring e bernameya Hikûmeta dahatî ya Iraqê, herwiha pêbendiya aliyan bi sê pirensîpên hevbeş di hikumdariyê de û lihevkirin di yasadanînê de û wekhevî di dezgehan de, ewlewiyeta sereke be.

Tekez jî kir, ku li ber çavgirtina hersê pirensîpan, dibe sedema çarekirina gellek pirsgirêkan.

N.O