Osman Ocalan: Serokê veşartî yê PKK Mustafa Karasu ye

Siyasetmedar Osman Ocalan beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû û liser Rastiya Kurd di danezanên aliyan de, rola dengderê Kurd, Rewşa HDP û HUDA-PAR, sekna Kurd nerînên xwe anîn ziman

K24-Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar Osman Ocalan beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû û liser Rastiya Kurd di danezanên aliyan de, rola dengderê Kurd, Rewşa HDP û HUDA-PAR, sekna Kurd nerînên xwe anîn ziman.

Osman Ocalan diyarkir ku, Tirkiye nikare rastiya Kurd inkar bike, rewşa Kurd, herêmê û cîhanê dest nadin ku rastiya Kurd bû veşartin. Anî ziman ku, Serokomar Erdogan dibêje: Me pirsa Kurd çareser kiriye!  Lê heya Kurdan nîn e ku, pirsa Kurd hatiye çareser kirin. Herweha Erdogan diyar dike: Kurd dikarin zimanê xwe biaxifin. Ocalan ev helwêsta Erdogan jî rexne kirk u, Kurd her dem bi Kurdî axaftin e û kes nikare pêşiya vê yekê bigre.

Kurd divê inkariya Kurdistaniyetê bi navê çep a HDP rexne bikin û ya HUDA_PAR jî  ku bi navê islamê red dike. Ji xwe HDP 3 reng e. Çepgîr, Alewî û Kurd. Aliyê bibandor jî çepgîrên Tirk in. Kurd di HDP kêm man e. Siyasetmedarên Kurd dan e aliyekî. Heta malbata me dan e aliyekî. Bi navê malbatê kesek, ku braziyê Apo ye bûye berbijêr, ew kirin e rêza 4emîn li Ruhayê.

Osman Ocalan got: Min li lîsta HDP temaşe kir, redkirina Kurdan heye. JI herkesî zêdetir ez dişopînim, em dizanin agahiya birêz Ocalan ji lîste û nêzîkahiya HDP nîn e. Piştî 1ê hezîranê insiyatifa birêz Ocalan qet dinav PKK de jî nema ye. Ev berpirsiyariya niha tê zanîn û nasîn ê Serokê veşartî yê PKK birêz Mustafa Karasu ye. Ew hemû tiştan tayîn dike. Yê ku van lîstan jî şiklê dawî dayî ew e. Gotina Apo nameşe. Ji şûna Wî gotinên hinek din dimeşin. Jib o vê ez dibêjim: Di van lîstan de par a Apo nîn e. Agahiya xwe jî jê nîn e, dewlet jî rê nade. Yên din jî ligor dilê xwe dikin. Jib o wê, niha ji herdemî zêdetir HDP ji hêzek Kurdî derxistin e, dûrxistin e. JI cîhê ku ewqas çep tê de, bila 15-20 welatparêzên Kurd hebûn a.

Girêdayî HUDA-PAR jî Ocalan anî ziman: HUDA-PAR bîngehek Kurdî heye, dikare pêş bikeve, zemîn a civatî jî heye. Mafê xwe ye jî siyasetê bike. Di siyaseta Kurd de, divê vitrinek xwe ya nû ava bike. Ez li HUDA-PAR germ dinerim. Wekî hinan, bi çavên dijmin li HUDA-PAR temaşe nakim…

Tevayiya hevpeyvînê bi vidyo li jêr e:

 

 

C.B