Siûdiye bi 100 Milyon Dolar piştevaniya Hevpeymaniya li dijî DAIŞê dike

Medya Siûdî: Ew pere wê ji bo avakirina bajarê Reqqa û piştevanîkirina pirojeyên xizmetkarî û peydakirina av û karebê û xwendinê, hatiye pêşkêşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Siûdiyê biryar da, 100 Milyon Dolar wek alîkarî pêşkêşî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bike.

Hikûmeta Siûdiyê ragihand, ew gujmê pereyan mezintirîn beşdarî ye ji bo alîkariya wan navçeyên ku ji destê çekdarên DAIŞê hatine rizgarkirin.

Roja 12ê Tîrmeha derbasbûyî, wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Cubêr li Bruksel paytexta Belcîka, ji Hevpeymaniyê re soza vê alîkariyê dabû.

Herwiha medya Siûdî diyar kir, ku ew pere wê ji bo avakirina bajarê Reqqa û piştevanîkirina pirojeyên xizmetkarî û peydakirina av û karebê û xwendinê, hatiye pêşkêşkirin.

N.O