HDP ji bo heyamanû dikeve kampê

Li Tirkiyeyê Partiya Demokratîka Gelan HDPê ku di 24ê Hezîranê de 67 deng bi dest xist û bû partiya sêyem, ji bo diyarkirina nexşereya bo polîtîkayên dahatûyê, dê bikeve kampê. HDP ji perwerdehiya parlamenterên xwe 21 û 22ê Tirmehê de wê li Bakurê Kurdistanê li Wanê kampê li dar dixe.

K24 – Enqere

Li Tirkiyeyê Partiya Demokratîka Gelan HDPê ku di 24ê Hezîranê de 67 deng bi dest xist û bû partiya sêyem, ji bo diyarkirina nexşereya bo polîtîkayên dahatûyê, dê bikeve kampê. HDP ji perwerdehiya parlamenterên xwe 21 û 22ê Tirmehê de wê li Bakurê Kurdistanê li Wanê kampê li dar dixe.

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê sîstema dewletê guherî û ji sîstema parlameteriyê derbasî sîstema serokkomariyê bû. Partiyên siyasî di vê çarçoveyê de nexşereya polîtîkayên xwe diyar dikin û lijneyên xwe ava dikin. HDPê ji van partiyan yek e ku di 21 û 22ê Tirmehê de wê li Bakurê Kurdistanê li Wanê dê bikevin kampê û hin civînan wê lidar bixin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji niha ve dest bi amadehiyên xwe kiriye.

Rayderên HDPê dan zanîn ku ev kamp ji bo perwerdehî û diyarkirina nexşereya bo polîtîkayên dahatû ye.

Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy di vê derbarê ji K24ê re wiha axivî: “Ev kamp û civînên ku em ê pêk bînin ji bo heyama nû amadekariyek e. Ji bo ku hevalên me derbarê karûbar û rêvebirina parlamentoyê de agahdar bin û bi taybetî ji bo ku hevalên me yên nû derbarê rêvebirina parlamentoyê û lijneyan de agahdar bin ev kamp tê lidarxistin. Bi awayekî rêkûpêk ji bo ku em hevdû nas bikin û bi hev re tevbigerin dê çend xebat hebin û dê çend nîqaş bên kirin. Di heman demê de ev kampa perwerdeyê ye jî. Di vê kampê de derbarê rêzikname û programa partiyê de jî dê heval bên agahdarkirin.

HDPê ku di van hilbijartinên dawî de piraniya parlementerên xwe guhert, bi nav û kesayetên nû li parlametoya Tirkiyê cih digre. Ji ber ve yekê tê meraqkirin ku HDP bi parlameterên xwe yên nû re wê di serdema nû de siasetekê çawa bimeşîne.

Rayedarên HDPê derbarê vê yekê de diyar dikin ku ew dê mixalefetekê xurt li parlamentoyê bikin û parlamentoyê jî aktîvtîr bikin.

Parlamenterê HDPê Garp Paylan dibêje: “Wek hejmar hejmara parlementerên me yên li parlamentoyê kêm be jî em ê wek partiya sereke ya opozîsyonê bixebitin. Li ser me pêywîr û barên dîrokî hene. Hem jî aliyê siyasetê ve, hem ji aliyê aborî ve û hem jî ji aliyê cîvakê de welat ji serdemekê dijwar û tevliheviyê derbas dibe û em jî wek HDP bi girtina pêywîra partiya sereke ya opozîsyonê ser xwe em ê li Tirkiyeyê ji bo çareseriyê van kêşeyan hem bi gotin û hem jî bi kiryarê xwe berdevkiya van bikin.”

HDP di hilbijartinên 24ê Heziranê de bi rêjeya ji sedî 11.7 deng girt û 67 parlamenter bi dest xistin. HDP di parlamentoya ku ji 600 parlamenteran pêk tên de, bû partiya sêyem.