Amerika sizayên nû bi ser Îranê sepandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta gencîneya Amerîka sizayên nû li ser Îranê disepîne.
Wezareta gencîneya Amerîka ragehand, ew dê sizayên nû li ser hemû wan bank , kompanî û saziyên Îranê de bisepînin, ku ser bi Supaya Pasdaran ve ne.
Wezareta gencîneya Amerîka ragihand jî, sizayên wan dê pênc bank û 15 kompanyayên mezin li xwe bigre, ku bi ser Supaya Pasdaran ve ye. Di nav wan de jî, her dû bankên Mîllet û Mîhr Îqtsadî, ku du bankên mezin ên wî welatî ne.
C.B