Yildirim: Doza li Amerika liser bîngeha derewan e

Balkêş e hîn berî doza hemberî bigûmankarê sextekarîkirina pereyên reş Riza Sarraf li Amerika destpêbike, Serokwezîrê Tirkiye ew doz, liser bîngeha derewan binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Balkêş e hîn berî doza hemberî  bigûmankarê sextekarîkirina pereyên reş, gendel û spîkiriina pereyan bo Îranê, di dema dorpêça liser Îranê de Riza Sarraf li Amerika destpêbike, Serokwezîrê Tirkiye ew doz, liser bîngeha derewan binav kir: “Doz a ku li Amerîka tê dîtin, liser gotinên dengoyî û derewan e. Aliyên doze li Amerika di bin tadeyê de ne, dixwazin vê doze hemberî welatê me bikar bînin”.

Yildirim herweha diyarkir: “Bi vê doze dixwazin aboriya me jî bixin nav zexmetiyan de. Lê, dê nikaribin tu encamê bidest bixin. Tirkiye heta roja wekî îro, di pêwendiyên xwe yên aborî yên navxweyî û navneteweyî de, ligor hiquqa navxweyî û navneteweyî tevgeriya ye”.