Firokeyên Îsraîl derdora firokxaneya Şamê bombebarab dikin

Firokeyên Îsraîlê embarên çekan li nêzîkî firokxaneya Şama navdewletî bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Îsraîlê embarên çekan li nêzîkî firokxaneya Şama navdewletî bombebaran kirin.

Mêdyayên Îsraîlî belav kirine, ku îro berbangê firokeyên Îsraîlê 3 lêdanên esmanî li Sûriyê encam, ku embarên çekan û cebilxaneyan li nêzîkî firokxaneya Şamê ya navdewletî kirine armanc.

Heta niha hikumeta Sûriyê ti daxuyanî derbarê wê êrîşê de nedaye.

Li nêzîkî firokkxaneya Şamê bingeheke serbazî ya Îranê heye, ku berpirsên pileblind ên artêşa Qudis lê bicih dibin.