Amerîka: Em ji Minbic dernakevin û mafê me yê berevaniyê heye

Nauert: Hêzên Amerîka li Minbic hatine belavkirin û me bi zelalî ji Hikûmeta Tirkiyê re gotiye, ku emê karên xwe li Minbic berdewam bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert, di bersiva xwe de li ser pirsa nûçegihana Kurdistan24ê, red kir ku welatê wê derberê Minbicê ti rêketin li gel Tirkiyê kiribe û ragihand, ku hêzên Amerîkî ji Minbic dernakevin.

Berî niha wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihandibû, ku derbarê pêşeroja Minbicê, di navbera Enqerê û Washingtonê de "Têgihiştineke hevbeş" heye û Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kiriye ku ji wê navçeyê derkeve û hêzên xwe ji rojavayê Firatê bikişîne, lê peyvdara wezareta derve ya Amerîka ew yek red kir.

Di kongirê rojnamevanî de yê peyvdara wezareta derve ya Amerîka, peyamnêra Kurdistan24ê, ji Heather Nauert pirsî: Gelo ti têgihiştin di nav Amerîka û Tirkiyê de, li ser pêşeroja Minbicê heye.?

Di bersiva xwe de, Nauert got: "Dibe ku peyvên cuda bên bikaranîn,  rêketin, lihevtêgihiştin. Lê tenê ez vê yekê dibêjim, gotûbêjên me li gel Hikûmeta Tirkiyê berdewam in û bidawî nehatine û wê berdewam bin".

Di beramber de, peyamnêra Kurdistan24ê, got: "Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê gefa êrîşê li ser Minbic kir, helwesta te beramberî vê yekê çi ye?"

Heather Nauert di bersiva xwe de got: "Hêzên Amerîka li Minbic hatine belavkirin û me bi zelalî ji Hikûmeta Tirkiyê re gotiye, ku emê karên xwe li Minbic berdewam bikin û me dilgiraniya xwe gihandiye Hikûmeta Tirkiyê û mafê me yê berevaniyê heye, ev ji mafê Amerîka û hêzên Hevpeymanan e, me Tirkiyê jî han daye ku şer li navçeyê rawestîne".

N.O