Du serokên firakisyonan amadeyî rûniştina sûndxwarinê ya Perlemana Kurdistanê nebûn
K24 - Navenda Nûçeyan.
Her yek ji serokê lîsta YNK Qubad Talebanî û serokê lîsta Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdilwahid, neçûn Perleman û amadeyî yekem rûniştina gera pêncem nebûn.
Li gorî sîstema navxwe ya Perlemana Kurdistanê, sûnda yasayî ya Perlemanteran, bi vî awayî ye: Bi Xwedayê mezin sûnd dixum, ku berjewendiya gelê Kurdistan-Iraq û yekîtiya axa û gel û şiko û maf û azadiyên welatiyan û samanên giştî biparêzim û erkên endamtiya xwe bi dilsozî bicî bikim.
Herwiha li gorî heman sîstemê, her perlemanterek pêbendî xwendina sûndê bi vî awayî nebe, divê dubare sûndê bixwîne û her perlemanterek ku amadeyî rûniştina yekem a sûndxwarinê nebûye, divê di nava 30 rojan de ji piştî rûniştina sûndxwarinê, amade bibe û sûnda yasayî bixwe, heger na, ewê mafê xwe yê endamtiya Perleman jidest bide.
N.O