Qedrî Cemîl: Federalî metirsiyê ji Sûryê re çêdike

Qedrî Cemîl: Federaliya gellekî berfireh wê ziyanê li Sûryê bike, lê ew piştevaniya nenavendiyeke berfireh ji Sûriyê re dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Platforma Mosko ya dijberiya Sûryê (Qedrî Cemîl) ji Mosko ragihand, ku ew ji daxwazên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê tê digehin, lê pirojeya federaliyê ji Sûriyê re pirojeyeke mezin e û wê ziyanê li Sûryê bike.

Qedrî Cemîl diyar kir, ku federaliya gellekî berfireh wê ziyanê li Sûryê bike, lê ew piştevaniya nenavendiyeke berfireh ji Sûriyê re dikin.

Cemîl tekez kir, ku ji destpêkê ve, pirojeya nenavendiya berfireh û dabeşkirina desthilatê li ser navçeyên Sûrî, pirojeya wan bû û got: Niha jî serkirdeyên rêveberiya xweser dev ji pirsa federaliyê berdan e û daxwaza nenavendiyê dikin û ev yek daxwaza me bû jî.

Navhatî zelal kir, ku navendiya tund ya sîstema Sûryê, hişt ku pirsgirêkên mezin li Sûryê çêbibin, lewra çareserî di sîstemeke nenavendî berfireh de ye.

Herwiha got: Divê desthilat di destê gel de be û ev yek netenê bi riya hebûna gel di Perleman de berqerar dibe, lê divê di hemû waran de, desthilat di destê gel debe, divê her navçeyeke Sûrî polîsê wê yê taybet hebe, pirsên fêrkirin, tendirustî, pêşxistin û geşekirina civak û deverê di destê xelkê her navçeyekê de be.

Serokê Platforma Mosko diyar kir, ku ew piştevaniya biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî (2254) ya derbarê veguhestina siyasî li Sûriyê dikin û got: Em piştevaniya wê biryarê dikin ji ber ku li ser bingeha diyaloga Sûrî-Sûrî ava bûye û piştevaniya çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî dike bêyî ku aliyên derve destwerdanê di biryara Sûriyan de bikin û ew biryar, mafê çarenivîsê ji Sûriyan re dihêle.

N.O