Kurdistan Barzanî: Gelê Kurdistanê dixwaze bi riyên aştiyane destkeftan bidest bixe

Barzanî: Gelê Kurdistanê dixwaze bi riyên aştiyane destkeftan bidest bixe
Wêne: Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, daxwaza gelê Kurdistanê ew e ku destkeftên xwe li rêya aştî û dûrî li tundiyê bi dest bîne û dixwaze baştirîn peywendî li gel Bexda û cîranên xwe û welatên navçeyê de hebe.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê “Roja pênçşem 15.06.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emniya Iraqê li qonaxa piştî Da'îş û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda kirin û her wiha ronahî xistin li ser paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û referandûma gelê Kurdistanê û li vî derbarî de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li wê yekê kir ku welatê wan li gel mafê netewe û gelan e ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe, lê belê li wê baweriyê da ye demeke baş nîne ji bo encamdana referandûma Herêma Kurdistanê.

Her di derbarê referandûmê de Serok Barzanî wê yekê xiste rû ku daxwaza gelê Kurdistanê ew e ku destkeftên xwe li rêya aştî û dûrî li tundiyê bi dest bîne û dixwaze baştirîn peywendî li gel Bexda û cîranên xwe û welatên navçeyê de hebê.

Proseya siyasiya Herêma Kurdistanê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.”