YPGê jî bersiva Rûsyayê da

Berdevkê Fermî yê YPGê ragihand, wan ti rêyên aram ji çekdarên DAIŞê re li Reqayê venekirine û ti rêkeftin ligel DAIŞê nekirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Fermî yê YPGê ragihand, wan ti rêyên aram ji çekdarên DAIŞê re li Reqayê venekirine û ti rêkeftin ligel DAIŞê nekirine.

Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de ku çapeke wê ji bo K24ê hate şandin tê de hatiye, nûçeya Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê ya ku dibêje li gor rêkeftinekê di navbera YPG û DAIŞê de, YPGê rê ji çekdarên DAIŞê re vekiriye, da ku ji Reqayê derkevin û biçin bajarê Tedmurê red kir û ragihnd, ew nûçe dûrî rastiyê ne.

Peyivdarê YPGê got jî, nûçeyên bi vî awayî armanc jê têkbirina wêneya YPGê ye, ya ku ji hemû cîhanê re hatiye diyarkirin, herwiha hemû medyayên cîhanê dişopînin ku YPGê şerê teror û DAIŞê dike.

Berdevkê nû yê YPGê Nûrî Mehmûd daxwaz ji aliyên ku ev nûçe belav kirine kir, ku heger daxuyaniyên wan rast in, bila belgeyên xwe yên derbarê wê rêkeftinê de aşkere bikin.