Kurd Ebadî dibin dadgehê

Şêrko Cewdet: Serokwezîrê Iraqê bi qût û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê dilîze û ev yek ji wî nayê qebûlkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li dadgeha federal ya Iraqê, dozeke yasayî li dijî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hat vekirin û dibe ku ew doz bigihêje dadgehên navdewletî, heya niha çendîn îmze ji aliyê perlemanterên Kurdistan û Iraqê û endamên encûmenên parêzgehan ve hatine komkirin, perlemanterekî Kurdistan ku serperiştiya piroseyê dike, dibêje ku serokwezîrê Iraqê bi qût û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê dilîze û ev yek ji wî nayê qebûlkirin.

Serokê komîteya samanên siruştî di Perlemana Kurdistanê de Şêrko Cewdet ji Kurdistan24ê re got: "Beramberî nedana mûçeyên fermanberên Kurdistanê, me dest bi kempînekê kiriye, ji bo em bi riya dadgeha federal Hikûmeta Iraqê dadgeh bikin".

Got jî: "Emê bi riya çend fermanberan dozê vekin, heger pêwîst be, ji bilî dadgeha federal, emê li dadgeha navdewletî jî dozê vekin, em dixwazin ev pirs bibe pirseke niştimanî, pirsa mûçeyê fermanberan bûye lîstik û propagendeya hilbijartinan".