Tirkiye balyozê Israîlê der kir

Wezareta derve ya Tirkiyê ragihand, ku wan Balyozê Israîlî li welatê xwe haydar kiriye, ku ji nav axa Tirkiyê derkeve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Tirkiyê ragihand, ku wan Balyozê Israîlî li welatê xwe haydar kiriye, ku ji nav axa Tirkiyê derkeve.

Zelal jî kir, ku îro wan bangî Balyozê Israîlê kir û bifermî nameya nerazîbûnê dane wî, bi sedema kuştina bêtirî pêncî welatiyên Filestînî, di encama teqekirina serbazên Israîlî de li ser xwepêşanderan ku li dijî Israîlê derketibûn.

Duh bi dehan welatiyên Filestînî di xwepêşandanan de li navçeyên sînorî di navbera Kerta Xezze û Israîl de, bi guleyên serbazên Israîlî canê xwe jidest dan û bêtirî du hezar welatiyên din birîndar bûn.

Xwepêşandan û mangirtina giştî ya li Kerta Xezze, hevdem li gel birêveçûna merasîma veguhestina balyozxana Amrîkî ji bo Orşelîmê bûn.

Jêder: Anadol

N.O