Bûyera Polisê 5 PKKyî kuştî derew derket!

Ligor jêder ragihandî, ji Tirkiye navên “qehreman” a polis pêwîst bû ye û jiber vê yekê ev bûyera ne-rast wekî rastî pêşkeşî raya giştî hatiye kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor çendîn medyayên Tirkiye dinav de Malpera Ahval ji jêdera Polisên tevgera taybet (ku navê rast eşkere nake, bi nave Ali Coşkun bi egera rewşa ewleyî) radighîne, ku bûyera Berpirsê Dezgeha Dijeteror a Şirnexê Haci Murat Dinçer bi serê xwe 5 gerillayên PKK dinav bajarê Şirnexê de kuştiye, bi temamî derew bû ye.

Ligor jêder ragihandî, ji Tirkiye navên “qehreman” a polis pêwîst bû ye û jiber vê yekê ev bûyera ne-rast wekî rastî pêşkeşî raya giştî hatiye kirin.

Di ahenga 117emîn sal a damezrandina Saziya Polis a Tirkiye de, li Koşka Serokomariyê (di 7ê Nîsan a 2016an de) Serokomar Erdogan xelatek taybet bi egera “qehremaniya wî, ku bi sere xwe 5 PKKyî kuştin e, pêşkeşî Dinçer kiriye. Lê, ew rûdan bi temamî liser ne-rastiyan hatiye durist kirin.

Ligor jêderê bûyer weha rû da ye:

“Roja Îniyê - di 5ê Sibat a 2016an de, PKK amadeyiya êrîşe ser dezgehên ewleyiya Şirnexê kiribû. Armanca sereke jî Mizgefta Hêza Ewleyiyê bû. Êrîş di demekê de hate kirin, ku Mizgeft vala bû. Hêzên Taybet bi Kobrayan û Hêzên din ên Polîs bersîva PKKyiyan dan 5 kes ji wan kuştin, çendîn jî bi brîndarî ketin destên Hêzên Ewleyiyê de. Piştî wê Berpirs Haci Murat Dinçer hate cihê bûyerê, fîşek berdan ser PKKyiyên kuştî û anî ziman ku, wî ew PKKyî kuştin e. Lê derew bû. Jiber ku pêdivî li polîsên “qehreman” hebû, babet hate mezinkirin, heta ku xelat ji Serokomar bê wergirtin”.

Piştî “bûyera polîsê 5 PKKyî kuştî” gihişt vê radeyê, gelek hevkar û personalên Hêzên taybet rastî di sosyal-medya de anîn ziman.

Ji bo Hilbijartinên 24ê Hezîranê Dinçer dest ji kar berda, ji bo ku bibe kandîdê parlementerî ya AK Partî. Lê, gava dosyaya kuştina PKKyiyan ji Dozgeriya Şirnexê eşkere bû, derew dîsa derket holê û Dinçer nekarî bibe kandîd. Lê, xelat her di destê wî da ma!

 

 

C.B