Kompaniyên firokevanî ezmanê Sûryê berdan û tên yê Herêma Kurdistanê

Rêxistiya Ewropî ji bo selametiya ezmanî (Eurokontrol) hişyarî daye kompaniyên firokevaniyê ji egera encamdana êrîşeke ezmanî û mûşekî li dijî rêjîma Sûryê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema gefên serokê Amerîka li dijî Sûryê, gellek ji kompaniyên firokevaniyê riya geştên xwe di ser ezmanê Sûryê re rawestandin û niha ezmanê Herêma Kurdistanê bikar tînin.

Rêxistiya Ewropî ji bo selametiya ezmanî (Eurokontrol) hişyarî daye kompaniyên firokevaniyê ji egera encamdana êrîşeke ezmanî û mûşekî li dijî rêjîma Sûryê.

Wê rêxistiye diyar kir, ku "Egereke mezin heye, di nava 72 demjimêran de, êrîşên bi mûşekên Ezman-Zemîn û yên Kroz li dijî Sûryê bên encamdan û ji ber wan êrîşan wê parazît (teşwîş) li ser amêrên bêtel çêbibe û pêwendî bên birrîn.

Serokê Amerîka Donald Trump, Beşar Esed bi bikaranîna çekên kîmawî li dijî xelkê sivîl yê bajarê Dûma tometbar dike û gefa wê yekê kir, ku ewê bi mûşekên zîrek û yên nû êrîşî rêjîma Esed bike.

Şevê din di civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî de, nûnerê Rûsya êrîşa li ser Sûryê red kir û careke din Vîto ji bo parastina rêjîma Beşar Esed bikar anî.

Îro jî serokê Amerîka Donald Trump, gefa encamdana êrîşeke serbazî li dijî rêjîma Esed kir û di Tiwîttekê de got: "Pêwîst e Rûsya amade be ji bo wan mûşekên zîrek û nû, ku dikarin bighêjin nava Sûryê".

Herwiha Trump di wê nivîsa xwe de, bang li Rûsya dike û jêre dibêje: "Nebe hevkara heywanekî, ku xelkê xwe bi gazên jehrewî dikuje û ji vê yekê jî serbilind e".

N.O