YPG: Rûsya xiyanet li me kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Fermandarê giştî yê YPG Sîpan Hemo, di hevpeyvînekê de li gel ajanseke nêzîkî YPG ragihand, Rûsya tevahiya rêketinên li gel YPGê kirbûn, binpê kiriye û xiyanet li YPG kiriye.
Sîpan Hemo got jî: "Rûsya her dem ji me re digot, ew kar ji bo dosiya Kurdan û gerentîkirina mafên wan dike, lê guhertina helwesta wê di dema operasyona Tirkiyê de derwên wê eşkere kir".
Herweha Hemo got: "Rûsya welatekî bê pirensîp e û wê rojek were ku Rûsya li ser vê helwesta xwe ya li dijî miletê Kurd poşman bibe".
Duh Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona xwe ya li dijî Efrînê kir û hevdem li gel destpêka êrîşê, artêşa Rûsya 170 serbazên xwe ji navçeyê kişand û wezareta derve ya wî welatî ragihand, ku wan ew serbaz kişandine ji bo parastina jiyana wan û Mosko bi hişyarî çavdêriya rewşa Efrînê dike.