Eseserd: Kandîdiya Berhem Salih ne bi dilê Mela Bextiyar bû!

Endamê Serkirdayetiya YNK Ferîd Eseserd ji Kurdistan24 re diyarkir, Berpirsê Desteya Karger ê Politburoyê Mela Bextiyar, yek ji kandîdên Yekîtî bo postê Serokomarî yê Iraqê bû, lewma pê xweş nebû Berhem Salih bûye kandîdê Yekîtî

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdayetiya YNK Ferîd Eseserd ji Kurdistan24 re diyarkir,  Berpirsê Desteya Karger ê Politburoyê Mela Bextiyar, yek ji kandîdên Yekîtî bo postê Serokomarî yê Iraqê bû, lewma pê xweş nebû Berhem Salih bûye kandîdê Yekîtî.

Eşkere jî kir, Mela Bextiyar tu nerazîbûnek nîşan neda, tenê civîn bicih hişt.

Ferîd Eseserd got jî, Berhem Salih bi heman postê xwe yê berê, ku Cîgirê duyem ê Sekretêrê Giştî bû, vegeriya nav Yekîtî. Balkişand ser wê yekê jî ku, vegeriyana Berhem Salih û yekîtiyek bi Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê, ji yekgirtina Yekîtî û Goran hêsantir e.

 

 

C.B