Lavrov: Bo yekxistina opozîsyonê, me piştevaniya Siûdiyê kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Rûsya piştevaniya Siûdiyê di civîna opozîsyona Sûriyê li Riyazê de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Rûsya piştevaniya Siûdiyê di civîna opozîsyona Sûriyê li Riyazê de kir.

Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov di hevdîtina digel Nûnerê YN yê taybet ji bo Sûriyê Steffan De Mistura de ragehand, Rûsyayê piştevaniya Siûdiyê di civîna opozîsyona Sûriyê li Riyadê ji bo yekxistina şanda opozîsyona Sûriyê ji bo danûstandinên Cenêvê di bin yek platform de kir.

Herwiha Lavrov got, lihevkirina Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser avakirina deverên kêmkirina şer li Sûriyê, aramyek vegerandiye wî welatî û rê ji bo lidarxistina civînekê di navbera hikumet û opozîsyona çekdar de li Astana xweş kiriye.

Nûnerê YN yê taybet ji bo Sûriyê Steffan De Mistura îro serdana Rûsyayê dike û kongreyê danûstandinên niştîmanî û gera heştan ya danûstandinên Cenêvê ligel berpirsên Rûsyayê gengeşe dike.