Tirkiye biryara girtina 2 Siûdiyan da
K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Stenbolê, girêdayî kuştina rojnamevan Cemal Xaşûkçî biryara girtina 2 berpirsên Siûdiyê da. Ligor Serdozgeriyê Siûd el Qehtanî – berpirsê grûba ku Xaşûkçî kuştibû ye, û berpirsê dezgeha hewalgirî yê Siûdiyê yê berê Ehmed el Asîrî tewanbarên kuştina Xaşûkçî ne.
Xaşûkçî di 2ê meha Cotmeh a îsal de, li avahiya Konsûlxaneya Siûdiyê hatibû kuştin. Serdozgeriya Stenbolê radighîne ku, hîn gava Xaşûkçî derbasî nav avahiyê dibe, tê kuştin. Laşê wî tê perçekirin û tê wenda kirin. Heta niha jî, laşê Xaşûkçî nehatiye dîtin.
Girdêdayî bûyerê li Siûdiyê jî doz liser kuştinê hatiye vekirin.
C.B