Pilaneke Tirkî-Iraqî li dijî PKK hat eşkerekirin

Li gorî wê rêketina Tirkiyê û Iraqê, pilaneke hevbeş hatiye danîn daku şerê PKKê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin, behsa rêketinekê di navbera welatê wî û Iraqê de kir, ku li gorî wê pilaneke hevbeş hatiye danîn daku şerê PKKê bikin.

Ibrahîm Kalinzela kir, ku Tirkiyê li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî lihev kiriye, ku axa Iraqê ji çekdarên PKK paqij bikin, wek çawa çekdarên DAIŞê li Iraqê nehiştin."

Ji aliyekî din ve Kalin dilgiraniya welatê xwe, li ser vexwendina şanda PYDê ji bo gotûbêjên Sochi li Rûsya da xuyakirin û got: "Tirkiye beşdariya PYD di danûstandinên Sochi de red dike û qebûl nake."
Bi gotina Kalin: "Ti pirsgirêk li cem Tirkiyê tune ku Kurd beşdarî wî kongirî bibin, lê nabe kesên beşdar ser bi PYDê ve bin ji ber ku PYD partiyeke terorîst e û nabe di wî kongirî de beşdar bibe."