Mesrûr Barzanî: PDK li pêşya gef û fişaran serê xwe danaxe

Mesrûr Barzanî: Guhertinên deverê, daxwaza vê yekê ji me dikin ku em weke hevalên Partî amadetir ji her demeke din, di nava meydana xebatê de bin, ji ber ku li gel bihêziya Partî, em dibin xwedan Kurdistaneke bihêz

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şêwirmendê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,  bi helkefta jidayikbûna Serok Barzanî û salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyamek belav kir û ragihand, ku PDK li pêşiya gef û fişaran, ti carî serê xwe danaxe.

Têksta peyamê..

Bi minasebeta roja 16ê Tebaxê salvegera damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê û hevdem roja jidayikbûna cenabê Serok Barzanî, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî tevahiya rêbwarên rêbaza Partî, Barzanî û niştimanperwerên Kurdistanê dikim.

Bo min û tevahiya dilsozên rastîn ên niştiman, Serok Barzanî rêber û hîmayeke niştimanî mezin e, ku tevahiya jiyana xwe ji bo serfiraziya gelê me û çespandina aştî û bihêzkirina çanda mirovdostî û bihevre jiyana tevahiya pêkhateyên Kurdistanê terxan kiriye, hevdem li gel pêşkêşkirina pîrozbahiyan, hêviya temendirêjiyê jî, ji bo cenabê wî dixwazim.

Wek derfet dibînim ku sipasiya tevahiya hevalên Partî ji (Pêşmerge, kadir, endam û alîgiran) bikim, ku tevî hemû sextî û dijwariyan, bi hewl û çalakiyên wan ên berdewam, Partî li ser astê niştiman û deverê, pêşeng û bihêz maye.

Her bi vê minasebeta han li hember şikoya şehîdan jî, serê rêzdariyê ditewînim û tekez dikim ku hertim di bîra me de dibin û xizmetkirina malbetên serfiraz yên şehîdan jî erkê yekem yê me ye.

Partî bi dirêjahiya 72 sal xebat bi rêberatiya Barzaniyê Nemir û cenabê Serok Barzanî, rojên dijwar û pilanên gellekî mezin derbas kiriye, bi taybetî di şerê dijî teror û têkbirina pilana xiyanetkaran, ji niha û pêve Partî bi hêzeke zêdetir ber bi pêşerojeke geştir ve gavan davêje û li hember ti zext û gefekê serê xwe natewîne.

Îro di demekê de salvegera damezirandina Partî pîroz dikin ku Partiya me weke hertim alahelgirê bidestxistina mafên gelê Kurdistanê ye, her bi vê minasebeta han tekez li ser xebata berdewam bo gihiştin bi tavahiya xwezî û xwestekên rewa yên gelê xwe dikin û di heman demê de, liberçav girtina berejwendiyên gelê xwe, li ser bingeha rêzgirtina dualî hewl bo çespandina aştî, bihevre jiyan li gel tevahiya netewên deverê didin.

Guhertinên deverê, daxwaza vê yekê ji me dikin ku em weke hevalên Partî amadetir ji her demeke din, di nava meydana xebatê de bin, ji ber ku li gel bihêziya Partî, em dibin xwedan Kurdistaneke bihêz û her Partî weke hertim dibe hevîna yekrêziya nav mala Kurdistanê.

Bijî Kurdistan

Ber bi serkeftinên zêdetir

Mesrûr Barzanî

16.8.2018

N.O