Dadgeha Federalî hilweşandina dengên taybet ên Herêma Kurdistanê red kir

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryara Parlemantoya Iraqê ya hilweşandina dengên taybet ên Herêma Kurdistanê red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryara Parlemantoya Iraqê ya hilweşandina dengên taybet ên Herêma Kurdistanê red kir.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro di rûniştineke de derbarê rewatiya biryarên Parlemantoya Iraqê de ragihand, parlemanto ta yekem rûniştina xula dahatî dikare yasayan serast bike.

Di beşeke din a biryara Dadgeha Federalî de hat, tanedana di encamên hilbijartinan de destûrî ye, lê hilweşandina dengên taybet û yên derveyî welat û koçberan ne destûrî ye.

Berî çend rojan Parlemantoya Iraqê li gor madeya 3 a seratkirina yasaya helbijartinê ya sala 2013ê ya Iraqê hin biryar dabûn û (Dengdana dervey welat, dengên koçber û penaberan, dengdana taybet li Herêma Kurdistanê) hilweşandibû.

Lê dadgeha Federalî ew madeye bi temamî hilweşand û hilweşandina dengên taybet ên Herêma Kurdistanê jî red kir.

 

S. B