NY: Divê hikûmeta piralî li Iraqê pêk were

Netewên Yekgirtî daxwaz dike, pirsgirêkên hilbijartinên Iraqê di riyên yasayî re bêne çareserkirin û tekez kir jî, pêwîst e hikûmeteke piralî li Iraqê pêk bê, ku nûnertiya tevahiya pêkhateyan wî welatî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî daxwaz dike, pirsgirêkên hilbijartinên Iraqê di riyên yasayî re bêne çareserkirin û tekez kir jî, pêwîst e hikûmeteke piralî li Iraqê pêk bê, ku nûnertiya tevahiya pêkhateyan wî welatî bike.

Di daxuyaniyekê de, Peyvdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê ragihand, hilbijartin derfeteke din e ji bo demokratiyeke bihêz li Iraqê peyda bibe.

Daxuyaniyê amaje bi wê jî kir, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guttres destxweşiyê li gelê Iraqê dike, ku beşdarî hilbijartinan bû û ew prose bi serkeftî bi rê ve çû, bi taybet ku koçberên navxwe tevî rewşa wan ya ne asa di kampan dem beşek ji wan beşdarî hilbijartinan bûn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî, ku Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên Iraqê dike, piştgîriyê li aştiyê bikin û ew pirsgirên ji encama hilbijartinan derketine çareser bikin.

Ev daxuyaniya Netewên Yekgirtî di demekê de ye, beşek ji berpirsên Şîe û bi taybet Dewleta Yasa hemû hewlên xwe didin ji bo hikûmeta piraniyê li şûna hikûmeteke piralî ava bikin.

 

S. B