HSD gundekî din li rojhilatê Dêra Zorê kontrol dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê El-Cezrî li rojhilatê Dêre Zorê bi temamî kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê El-Cezrî li rojhilatê Dêre Zorê bi temamî kontrol kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, piştî çend rojan ji şer û pevçûnan li dijî çekdarên DAIŞê, wan karî dest danin li ser gundê El-Cezrî 90 K.M li rojhilatê Dêre Zorê û bi temamî kontrol bikin. 

HSD ragihand jî, di şerê kontrolkirina wî gundî de 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 2 çekdar jî dîl ketine destê wan, ku yek ji wan birîndar e û ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

HSD bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dest bi operasîna Bagera Ferêt li rojhilatê çemê ferêt kiriye, heta niha jî bi dehan gund, bajarok û hejmareke kêlgehên petrol û gazê kontrol kirine.