Kongressa Amerîkî budceya Wezareta Bergîriyê pesend kir

Kongressa Amerîkî beşê budceya Wezareta Bergîriyê pesend kir, ku birek hevkariya darayî ji hêza Pêşmerge re tê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongressa Amerîkî beşê budceya Wezareta Bergîriyê pesend kir, ku birek hevkariya darayî ji hêza Pêşmerge re tê de ye.

Li gor zanyariyan, Kongressa Amerîkî bi piraniya dengan yasaya budceya sala 2018an ya Wezareta Bergîriyê pesend kir, ku birê 700 milyar Dolar e, di nava wê de jî birê 365 milyon Dolar wek hevkariya rasterast ji hêza Pêşmerge re terxankirî ye.

Herwiha di projeyasaya ku ji aliyê Kongressê ve hatiye pesend kirin, ew mercê ku hevkarî bi riya Bexdayê re bigihin Herêma Kurdistanê, yan Herêma Kurdistanê di çarçova Iraqê de jî bimîne, hate rakirin. Ev jî piştî êrîşa vê dawiyê ya Heşda Şeibî li ser Herêma Kurdistanê hat.