Dostên Kurd li Parlemana Brîtanyayê vexwendina Serokwezîrê Kurdistanê bilind dinirxînin

Grûba dostên Kurd li Parlemana Brîtanyayê vexwendina fermî ya Serokwezîra Brîtanya bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo London bilind nirxandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûba dostên Kurd li Parlemana Brîtanyayê vexwendina fermî ya Serokwezîra Brîtanya bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo London bilind nirxandin.

Di nameya Grûba dostên Kurdan di Parlemana Brîtanya de destxweşî li helwesta Serokwezîra wî welatî Terêza Mey hate kirin, derbarê vexwendina serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Londonê.

Diyar jî kirin ku, Brîtanya li gor pêgeha xwe ya dîrokî ligel Îraq û Herêma Kurdistanê dikare roleke giring di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de bibîne, ew jî di çarçoveya Îraqê de.

Grûpên dostên Kurd li Parlemana Brîtanya piştevaniya xwe ji bo biryara Referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirîn û destxweşî li Têrêza Mey kirin ku, pabend e bi berevaniya di ber nasname û mafên gelê Kurd di Destûrê Îraqê de. Daxwaz jî kirin, çaksaziya siyasî û aborî li Herêma Kurdistanê bê kirin, ji bo bihêzbûna damûdezgehên Kurdistanê.