“Tirkiye Rêveberiya Xweser ji bo Idlibê amade dike”

Li gor medyayên Tirkiyê, Enqere naxwaze şer li bajarê Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê derkeve û amadekariya damezrandina rêveberiyeke xweser li bajarî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor medyayên Tirkiyê, Enqere naxwaze şer li bajarê Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê derkeve û amadekariya damezrandina rêveberiyeke xweser li bajarî dike.

Rojnameya Yeni Şafak ya Tirkiyê belav kiriye, Amerîka, Rûsya, Brîtanya û Fransayê di bin navê şerê Terorê de amadekariya operasyoneke leşkerî li Idilê dikin, bo derxistina grûpa Heyat Tahrîr El-Şam (çekdarên Eniya El-Nusrayê)

Li gor wê rojnameyê, Enqere jî di wê metirsiyê de ye ku ev operasyona hevbeş li ser mezintirîn pêgeha opozîsyona çekdar, dikeve berjewendiya rêjîma Sûriyê. Ji ber wê serdemê Enqerê pêşniyarek amade kiriye ji bo avakirina desteyeke xwecihî ji bo rêvebirina Idlibê û nehêtina grûpa “Heyat Tahrîr El-Şam” li wî bajarî.

Li gor rojnameyê, hin aliyên fermî li Enqerê ligel opozîsyona Sûriyê di pêwendiyê de ne ji bo cibicîkirina vê proseyê, ku derketina çekdaran lixwe digire. Herwiha damezrandina hêzeke polîsan ji bo parastina ewlehiya bajêr û ya herî girîng derxistina grûpa Heyat Tahrîr El-Şamê, ya wek Eniya El-Nusrayê tê naskirin e.

Heyat Tahrîr El-Şam ku ji hin grûpên wek Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra) û hin grûpên din ên opozîsyonê pêk hatiye, ji berî demekê piştî şerekî li dijî grûpa Ehrar El-Şamê, Idlibê Parêzgeha Idlibê û deriyê sînorî Bab El-Hewa kontrol kirin.

Bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê û di sînorê Efrînê ya başûrê rojava de ye û di destê çekdarên opozîsyonê de ye. Li gor hin rêkeftinên bi serperiştiya Rûsyayê çekdarên opozîsyonê yên li Heleb, Humis û derdora Şamê ligel malbatên xwe bo wî bajarî hatibûn veguhastin.

Artêşa Tirkiyê nêzîkî du mehan e dibêje ew amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî PYD û YPGê li Efrînê bikin û ji wê demê ve ligel grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê ya rojavayê Efrînê, herêma Efrînê û devera Şehbayê ve topbaran dikin.

Hin şopîner jî amaje bi wê yekê dikin, Tirkiye hewla gihandina devera operasyona Mertala Ferêt bo parêzgeha Idlibê dike.

Herwiha Erdogan jî duh ragihandibû, “PYD li Efrînê projeya xwegihandina ber bi Deryaya Spî ve dike. Ew tu caran rê nadin korîdoreke PYDê li wir were pêkanîn. Ew dê destêweradanê bikin.