Ebadî daxwaza pejirandina hemû mercên xwe ji Hewlêrê dike

Ebadî: Heta mercên wan neyên bicîh kirin, heta deh salên din jî, ew firokxaneyan venakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îraqê dibêje, ew dê bi merc dergehên firokxaneyên Kurdistanê ji bo geştên navdewletî veke.

Di Kongreyê rojnamevanî yê heftane de, Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî tekez kir ku, ew li ser sozên xwe ye di derbarê rakirina dorpêçên esmanî li ser Herêma kurdistanê, lê divê hemû daxwazên wan werin bicîh kirin.

Got jî, ta mercên wan neyên bicîh kirin, heta deh salên din jî, ew firokxaneyan venakin.

Firokxaneyên Kurdistanê ji bo geştên navdewletî, ji 29ê Îlon a 2017an ve ji alî Bexda ve hatine rawestandin. Fişarên navdewletî jî,  ji bo vekirina firokxaneyan, heta niha bandorek liser biryara Ebadî û Bexda nekirin e.

 

C.B