Cihê mûşek havêjtye Devera Kesik hat vedîtin
K24- Hewlêr
Ev şev katyoşayek ber bi Devera Kesik kevt û hêzê asayîşa Bexdayê jî, ew cih vedîtin ewa ku mûşek jê hatî havêjtin.
Li gor ragehandina fermandeya operasyona Bexdayê cihê havêtinê wî mûşekî hatîye vedîtin û ji alîyên kesên nenasyayî hatîye havêjtin.
Ferîq Celîl Rûbeyiî, fermandeyê operasyona Bexdayê ragehand: cihê havêjtina wê mûşekê beranber zankoya Teknelocîyayê bûye li ser rêya lez (Mehemed Qasim)hatîye dîtin.
Li gor zanyarîyan ew cih çend kîlometaran ji devera Kesik dûre û ew mûşek havêtine Balyozxaneya Bexdayê.