Tirkiye ji bo netew-dewletê bala Israilê kişand

Yasaya ku, “Mafê çarenûsiyê tenê ji Cihûyan re” tê naskirin, wekî yasayek neşaristanî, nîjadperestî hate binavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Tirkiye, biryara Israilê ku, “Israil netew-dewletek a Cihuyan e“ rexne kir.

Ligor Wezareta derve ya Tirkiye bi vê biryarê mafên Filistiniyan tên binpê kirin.

Herweha carek din rexne li biryara Israilê ya destnîşankirina Orşelimê wekî paytext hate kirin û nepejirandina vê  biryarê ji alî Israilê ve hate ragihandin.

Yasaya ku, “Mafê çarenûsiyê tenê ji Cihûyan re” tê naskirin, wekî yasayek neşaristanî, nîjadperestî hate binavkirin.

Daxwaz ji Civata Navdewletî hate kirin ku, lidij vê biryara Israilê derbikeve.

 

C.B