Trump: Ligel Rex di hin babetên bingehîn de cewaziyên me hebûn

Serokê Amerikayê Donald Trump liser biryara xwe ya guherîna Wezîrê Derve Rex Tillerson agahî dan medyayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump liser biryara xwe ya guherîna Wezîrê Derve Rex Tillerson agahî dan medyayê.

Trump destnîşankir ku, “Ligel Rex babeta Îranê jî di nav de, di çendîn babetên din de jî bîrûrayên me cuda bûn”.

Piştî biryara xwe ya guherîna Wezîrê Derve Tillerson û biryara destnîşankirina Mike Pompeo wekî Wezîrê Derve yê nû Trump, liser biryara agahdarî dan medyayê û sedemên biryara xwe herweha bi van gotinan anî ziman: “ Di gelek mijaran de heslwêsta me yek bû, lê di hin babetên bingehîn de nêzîkahiya me cuda bû. Wekî Rêkeftina atomî ya ligel Îranê, ligor min ev rêkeftinek gelek xerab bû, lê ne ligor Rex Tillerson. Me dixwest vê rêkeftina têk bibin an guherînên sereke tê de pêk bînin, Rex wekî me nêzîk nedibû”.

Trump got ku, ev biryar bi sere xwe da ye.

Şêwirmendê Wezareta Derve yê Amerikayê Steve Goldstein diyarkir ku, Tillerson ligel Trump liser guherîna xwe ne axaftiye, lê spasdar e ku, erkê Wezîrê Derve yê Amerikayê bicîh aniye û Trump ev bawerî bi wî spartibûye…

 

C.B