Kongreya HAK-PAR a 7emîn lidar dikeve
K24 – Navenda Nûçeyan
Kongreya 7emîn a asayî ya Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR bi beşdariyek berfereh li Enqereyê lidar dikeve. Gelek nûnerên partiyên Kurdistanî û Tirkiye di Kongreyê de wekî mêvan beşdar in.
Ligor agahdariyên ji Kongreyê, Walîtiya Enqere û Dozgeriyê hildana Ala Kurdistanê qedexe kiriye. Di Kongreyê de rewşa Partiyê, rêxistinîbûna Partiyê, hilbijartina organên Partiyê û rojeva Kurdistanl û Tirkiye dê bên nirxandin.