Kiliçdaroglu: Esed çi bixwaze, Erdogan wê dike

Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Hikûmeta Tirkiyê, Beşar Esed çi bixwaze, wê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Hikûmeta Tirkiyê, Beşar Esed çi bixwaze, wê dike.

Kiliçdaroglu ji medyaya Tirkiyê re axifî û got, liser meseleya Suriyê hikûmeta Tirkiyê hatiye wê astê ku, Rusya çi bixwaze wê dike. Ev jî tê wê wateyê ku, Hikûmeta Suriyê çi bixwaze, Tirkiye li gor wê tevdigere. Pêwîst nedikir Rusya biketa di navbeyna Tirkiye û Hikûmeta Suriyê de. Divê Tirkiye rasterast pêwendî bi Beşar Esad re danîbûya. Serokê CHP amaje dike ku, Tirkiye bi siyaseta xwe ya Suriyê, bi barek gelek giran re rûbirû ma ye û ger encamek neyênî rû bide, berpirsê vê Recep Tayîp Erdogan e.

 

 

C.B