Bo hilbijartinan daxwaza azadkirina Demîrtaş tê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzerên hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind daxwaza azadkirina Demîrtaş dikin.
Selahatîn Demîrtaş di Hilbijartinên 24ê Hezîranê namzetê Serokomariya Tirkiyeyê ye û Parêzerên wî jî amaje dikin ku Demîrtaş di girtîgehê de ye û nikare banegeşya hilbijartinê bike. Ev yek jî li dijî rêgeza wekheviyê ye û pêşbirka namzetên serokomariyê dadperwerane nîne.
Parêzerên Demîrtaş ji ber van sedeman ji bo azadkirina wî dê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bidin.
HDP dê îro demijêr 17:00an namzetê xwe eşkere bike û egerek mezin heye ku namzetê HDPê hevserokê berê yê partiyê Selahatîn Demîrtaş be.
S. B