MSD: Me ti navend li navçeyên rêjîmê venekirine

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed red dike ku ti navendeke MSDê li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de vekiribin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed red dike ku ti navendeke MSDê li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de vekiribin.

Îlham Ehmed di dxuyaniyekê ji K24ê re got: “Ti daxuyaniyên vekirina navendên MSDê li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de li ser zarê me nehatine belavkirin. Ew nûçeyên belav bûne dûr in ji rastiyê.”

Da zanîn jî, medyayên ku nûçeyên vekirina navendên hejmarek ji navendên MSDê li navçeyên rêjîmê belav kirine. Lê ew nûçe ne rast in, lê projeyên MSDê ji bo tevahiya Sûriyê ne.