Li Bonê li dijî dagîrkirina Efrînê mangirtinek birêve diçe

Revenda Kurdî li Ewropa li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li bajarê Bonê yê Almaya bi boneya salvegera yekem a dagîrkirina Efrînê mangirtinek piştgîriyê ji bo Efrînê birêve birin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Revenda Kurdî li Ewropa li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li bajarê Bonê yê Almaya bi boneya salvegera yekem a dagîrkirina Efrînê mangirtinek piştgîriyê ji bo Efrînê birêve birin.

Peyamnêrê K24ê li Bonê da zanîn, li ser banga Kombenda Lawên Efrînê û bi boneya derbasbûna salekê li ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi vê, li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li Bonê mangirtinek birêve çû û çalakvanên Kurd daxwaza bidawîkirina dagîrkirina Efrînê kirin.

Çalakvanekî ji Efrînê bi navê Ziyad Reşîd li ser vê mangirtinê ji K24ê re got, ew ji roja yekem a dagîrkirina Efrînê de li Ewropayê çalakiyên sivîl birêve dibin û dengê Efrînê û kiryarên li Efrînê dibin yên wek kuştin, revandina welatiyan û dizî û telalkirina mal û milkên xelkê Efrînê digihînin her navendeke biryardanê.

Herwiha amaje bi wê jî da, Serokomarê Tirkiyê di destpêka dagîrkirina Efrînê de got ewê Efrînê radestî xelkê wê bike, lê berûvajî wê, Tirkiye bi awayekî rêkxistinkirî guhartina demografî li Efrînê pêk tîne.

Berî nêzîkî salekê û di roja 18ê Adara 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê derbasî Efrînê bû û dagîr kirin û ji wê rojê ve, ji tawanên revandina Kurdan, dizî û talankirina mal û milkên xelkê û destdanîna ser dar û zeviyên Efrînê berdewam e, ligel wê jî proseya guhartina demografî bi awayekî rêkxistinkirî tê meşandin.

 

 

S. B