Sûriye: Di zindanên rejîmê de zêdeyî 100 hezar mirov hatine kuştin

Di navbera sala 2013 û 2015an de zêdetirî 100 hezar welatiyên Sûrî di zindanên rejîmê de hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di navbera sala 2013  û 2015an de zêdetirî 100 hezar welatiyên Sûrî di zindanên rejîmê de hatine kuştin

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan radighîne, di navbeyna sala 2013an heta sala 2015an de, zêdetirî 104 hezar  girtî di zindanên rejîma Sûriyê de di jêr îşkenceyê de hatine kuştin. Rewangehê da zanîn ku, 30 hezar girtî  li zindana Seydnaya ya navdar hatine kuştin û termên wan jî, hatine windakirin.

Beriya çendîn mehan rejîma Sûriyê lîsteyek bi navê 500 kesên di zindanan de hatine kuştin belav kiribû, ku beşek ji wan xelkê parêzgeha Hesekê bûn.

Rejîma Sûriye û hevalbendên xwe, vê rewşa li zindanên rejîmê de hatine jiyandin qet nayênîn rojevê, lê xwediyên wendayiyan gilîyan li kiryarên rejîmê di zindanan de dikin û rewşa wan gelek caran tînin rojevê.

 

 

C.B