HDP: Nabe UEFA birêxistina Euro 2024 bide Tirkiyê

Partiya Demokratîk a Gelan HDP bang li UEFAyê dike, bila birêxistina Euro 2024 nede Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP bang li UEFAyê dike, bila birêxistina Euro 2024 nede Tirkiyê.

Parlementerê HDPê yê Stenbolê Ahmet Şik ji televîzyoneke Almanî re axivî û got, li Tirkiyê dadperwerî nemaye û maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin û rejîmeke dîktatorî desthilatdar e. Ger UEFA birêxistina 2024ê bide Tirkiyê dê ev biryar bê wateya pesendkirina sîstema dîktatorî a ji aliyê dezgehên navnetewî ve.

Parlementerê HDPê Ji ber vê yekê dibêje, nabe UEFA birêxistina Euro 2024 bide Tirkiyê.

Her yek ji Tirkiye û Almanyayê daxwaz kiribû Euro 2024 li welatê xwe birêve bibe, di 27ê vê mehê de li Nyon di civîna Komîta Cibicîkar a UEFA diyar bibe, dê ji bo kîjan welatî were dayîn.

Tirkiye sala bûrî bûbû namzetê birêxistina Euro 2024.

 

S. B