Li Amêdiyê 4 welatî bûn qurbaniyên bombebarankirina Tirkiyê

Peyamnêrê K24ê li Amêdiyê ragihand, duh êvarê firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên sînorî yê devera Amêdiyê bombebaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl li geliyê Reşava şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Amêdiyê ragihand, duh êvarê firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên sînorî yê devera Amêdiyê bombebaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl li geliyê Reşava şehîd bûn.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, agahiyên li ber dest diyar dikin ku pêwendî bi 4 kesan re li geliyê Reşava nemane, heta niha termê 2 kesan hatine dîtin, 2 kesên din jî nayê zanîn çarenivîsa wan çi ye.

Ji ber hebûna binke û baregehên PKKê li navçeyên sînorî, firokeyên şer ên Tirkiyê wan navçeyan bombebaran dike û li hin navçeyan jî leşkerên Tirk sînor derbas kirine.

Ev çendîn car e jî di encama bombebaranê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.

 

 

S. B