“Divê HDP xwe bike partiyeke Kurdistanî”

Serdana şanda partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ji bo Başûrê Kurdistanê di nav partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê de van rojan bûye mijara sereke. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya maf û Azadiyan (HAKPAR) radigihînin, ku ev serdan pêwîst in û gavên erênî ne. Lê divê HDP ji beriya her tiştî bibe partiyek Kurdistanî û dest ji sîyaseta xwe ya demokratizekirina Tirkiyê berde.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol  

Serdana şanda partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ji bo Başûrê Kurdistanê di nav partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê de van rojan bûye mijara sereke. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya maf û Azadiyan (HAKPAR) radigihînin, ku ev serdan pêwîst in û gavên erênî ne. Lê divê HDP ji beriya her tiştî bibe partiyek Kurdistanî û dest ji sîyaseta xwe ya demokratizekirina Tirkiyê berde.

Serdana şanda partiya Demokratîk ya Gelan HDPê ya ji bo Başûrê Kurdistanê dinav partiyên Kurdistanî yên Tirkiyê  de van rojan bûye mijara sereke. Cîgirê Serokê giştî yê PAKê Qasim Ergun vê serdanê wek gaveke erênî diyar dike û dibêje divê di navbera hemî aliyên Kurdan de dîyalog hebin û hemî alî ji bo berjewendiyên netewî kar bikin. Her wiha Qasim Ergun radgihîne, ku HDP ji bo ku kongreyeke netewî bê çêkirin serdana Hewlêrê kiriye, lê divê HDP ji beriya her tiştî xwe bike partiyeke Kurdîstanî, da ku bikare daxwaza kongreya netewî bike.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Qasim Ergun ji K24ê re wiha axivî: ''HDP bi xwe dibêje em partiyeka Tirkiyeyê ne, ne ya Kurdan e. Dibêjin em ji bo demokratîzekirina Tirkiyê dixebitin û di vê navberê de dixwazin meseleya Kurdan çareser bikin. Ew dibêjin em ji bo kongreyeke netewî diçine Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdistaniyan bicivin. Em jî dibêjin ji bo ku aliyên kongreya netewî çêbikin divê Kurtdistanî bin.''

Cîgirê Serokê Giştî yê HAKPARê Latîf Epozdemîr jî diyar dike, karên dîplomatîk di navbera partiyên Kurdan de tiştên pêwîst in, lê divê hemî alî ji bo neteweya Kurd kar bikin.

Latîf Epozdemîr got: ''Tiştekî sîyasî û dîplomatîk e. Gelek normal e şand biçin û bên û pêwendîyan danin. Cenabê Serok jî dema tê Tirkiyê bi wan re dicive û ev şêwir herdem heye di navbera aliyên ku xwe wek Kurd hesap dikin. Cara çendîne ku HDP dema diçe Hewlêrê bi bernameyekê diçe yan wisa dibêje. Bername jî ew e ku dibêjin em dixwazin Kongreyeka Netewî pêk bînin. Lê bi wî aqil û wî hîşê hê jî HDP di nav de kongreya netewî nayê çêkirin.''

PAK û HAKPAR radgihînin, piştî gelek bûyer û metirsiyên li ser gelek deverên her parçeyên Kurdistanê zêdekirina pêwendiyên di navbera aliyên sîyasî yên Kurdan de ji bo pêşeroja Kurdan erkeke netewîye û divê bê berdewam kirin.