DAIŞ 27 siwîl li Hewîce kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor Ajansa Anadoluyê li Hewîce çekdarên DAIŞ 27 siwîl kuştin e.
Ew kesên siwîl bi tometa piştgirîkirinê ligel hêzên Iraqî berî çendîn mehan hatibûne girtin û di temenên navbeyna 19 – 55 salî de bûn e.
Bajarokê Hewîce ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de ye.